• Wednesday, 11 February 2026
logo

Pêşneyarên DEM Partiyê yên derbarê zimanê kurdî de li parlamentoyê hatin redkirin

Gulan Media November 17, 2024 Nûçe
Pêşneyarên DEM Partiyê yên derbarê zimanê kurdî de li parlamentoyê hatin redkirin

Heft Pêşneyarnameyên parlamenterên DEM Partiyê yên derbarê zimanê Kurdî li parlamentoya Tirkiyê hatin redkirin. 

Li Parlamentoya Tirkiyeyê, li ser Projeyasaya Budceya Rêveberiya Navendî ya Sala 2025 gotûbêj didomin. Gotûbêjên li ser Wezareta Darayî ya bi 1 trilyon û 452 milyar lîra, bû mijara gotûbêjan. 

Parlamenterên DEM Partiyê dan xuyakirin, li Tirkiyeyê derveyî zimanê Tirkî, giringî bi zimanên din yên dayîkê nayê dayîn û daxwaz kirin ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerde û bo zimanê dayîkê daxwaza terxankirina budceya bi gujmê 100 milyar lîre kirin. 

Herwiha Parlamenterên DEM Partiyê derbarê pirsgirêkên di perwerdeyê de 7 Pêşneyar li hikumetê kirin, lê ew her heft Pêşneyar bi piraniya dengên MHP û AK Partiyê hatin redkirin.

 

Basnews

Top