Du dadwerên Kurd bûne endamên Komîsyona Hilbijartinên Iraqê
Qonaxa duyem a tîropişka ji bo hilbijartina dadwerên Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê ku îro li baregeha Encûmena Dadwerî ya Iraqê li Bexdayê hat lidarxistin. Tîropişka îro ji bo hilbijarttina dadwerên Kurd ên Komîsyona Hilbijartinan bû.
Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê navê 6 dadweran bo Bexdayê şand ji bo ku bibin endamê Komîsyona Hilbijartinên Iraqê û ji wan 6 kesan 2 kes weke endamên vê komîsyonê hatin hilbijartin.
Li gor encamên ku hatine ragihandin, her yek ji Dadwer Omer Ehmed Mihemed û dadwer Deham Ekrem Omer îro wek enamên nû yên Komîsyona Hilbijartinên Iraqê hatin hilbijartin.
Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê pêştir ragihandibû, wan navên 6 dadweran ji bajarên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê û ji her bajaran jî navên 2 kesan ji bo beşdariya di tîrpoşikê de şandiye Bexdayê.
Piştî ku bi biryara parlamentoya Iraqê, Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê hat hilweşandin, biryar hatibû dank u 7 dadwer serpireştiya birêvebirina karûbarên komîsyonê bikin, ku du ji wan dadweran ji Herêma Kurdistanê bin.
