Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma derçûnê ya Koleja Leşkerî ya Qelaçolanê bû û diyar kir ku jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in.
Nêçîrvan Barzanî li parêzgeha Silêmaniyê tevlî merasîma derçûnê ya Koleja Leşkerî ya Qelaçolanê bû.
Her wiha 48 derçûyên Koleja Qelaçolanê jin in.
Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û wiha got:
“Îro rojeke taybet e ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê ku em berhema hewlên mezin ên derçû û mamostayan dibînin.
Ez gelek dilxweş im ku dibînim ku 769 ciwanên welatê me ji vê zanîngeha jêhatî bi hêz û karînên nû bi zanist û dîsplîna leşkerî derdiçin.
Ez germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî derçûyan û malbatên wan dikim.
Tişta hêvîdar ew e ku 48 kes ji van derçûyan, jin in û piştî 9 mehan xwendin û perwerdeyê, dê bi pileya serbazî Milazim derbiçin û xwîneke nû bidin Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.
Ji bo hewlên wan ên berdewam û keda wan ez spasiya mamoste û berpirsên kolejê dikim.
Derçûyên hêja, we rêyeke bi rûmet û serbez hilbijartiye. Rêya we rêya parastina destkeft û bihayên bilind ên gelê me ne.
Xwendina we ya leşkerî û pisporiya we sermeyeyeke mezin a jiyana we ye û bêguman hêzên me yên çekdar dewlemendtir dike.
Şiyanên hêzên me hem ji bo serdemê û hem ji bo pêşerojê bihêztir û bilindir dike.
Ev xalake gelekî girîng e di dîroka Pêşmergeyan û hêzên çekdarî yên Herêma Kurdistanê de.
Beşdariya jinan û keçan a nava hêzên çekdarî gelekî girîng û hêja dibînim.
Di dirêjahiya dîroka azadiya gelê me de jinên Kurdistanê her tim îsbatkirine ku hevbeşên serekê yên avaker û parastina xak û welat in.
Di vê rêyê de gelekî qurbanî dane û ev jî cihê şanaziyê ye.
Beşdariya jinan a di nava hêzên serbazî de bi tenê ne nîşaneya pêşketina civaka me ye.
Ev belgeya baweriya me ya dêrin a bi yeksanî, dadperwerî hevbeşî û berpirsiyariya niştimanî ya di erkên girîng de ye.”
“Pêşmerge divê girêdayê gelê Kurdistanê be”
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de behsa rola Pêşmergeyên Kurdistanê jî kir û wiha got:
“Pêşmerge ji roja damezrandina xwe ve, her tim bûye mertaleke bihêz ji bo parastina Kurdistanê û destkeftên wê.
Em li Herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku divê Pêşmerge û hêzên me yên çekdar, pêwîst e di saziyeke serbixwe û neteweyî û pîşeyî de bin.
Hêza Pêşmerge her wiha divê ji her cure nakokiyên siyasî û partiyan dûr bin.
Ev hêz divê tevî hemû pêkhateyên girêdayî welat û gelê Kurdistanê be.
Pêşmerge beşeke giring a sîstema berevaniya Îraqê ye, ji ber wê jî erkê Îraqê ye ku bi her awayî piştevaniya bihêzkirina Pêşmerge bike.
Em bi cidî kar dikin bo bihêzkirina şiyanên Pêşmerge, da ku bi baştirîn şêwe parastina welat û niştiman bike.
Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê û hêzên me îspat kirin ku di şerê li dijî terorîstan û DAIŞê de, di asta berpirsyarî û dîrokî de bûn.
Em tekezî li ser berdewamî, hemahengî û hevkariya hevbeş a di navbera Pêşmerge, Artêşa Îraqê û hêzên hevpeymanan de dikin.
Em spasiya hêzên hevpeymanan dikin ji bo çaksazî û yekxistina Pêşmergeyan di bin sîwana Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de da ku bibin hêzeke niştimanî û destkeftên Herêma Kurdistanê biparêzin.
Di şerê li dijî DAIŞê de Pêşmergeyên Kurdistanê qahremaniyeke mezin nîşan dan û nepirsîn bê ka kîjan herêm zêr e yan kesk e. “
Nêçîrvan Barzanî di dawiya axaftina xwe jî de da zanîn ku divê partiyên siyasî ji bo pêkanîna hikûmeteke bi bandor ku bersivê bide daxwazên xelkê, diyalogeke berpirsiyariyarane pêk bînin.
Rudaw
