• Wednesday, 11 February 2026
logo

Wezîrê derve yê Amerîkayê gehêşte Îraqê

Gulan Media December 29, 2019 Nûçe
Wezîrê derve yê Amerîkayê gehêşte Îraqê
raste rast çûye navenda leşkerî ya Eyn Esed
Duhê wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo bi serdaneke ji nîşkave, gehêşte navenda leşkerî ya Eyn Esed ya li parêzgeha Enbarê.

Her çend heta niha ti zaniyariyên hûr derbarê naveroka serdanê de nehatine belavkirin, lêbelê ev serdan piştî êrîşa ser navenda leşkerî ya K1 ya li Kerkûkê hatiye pêkanîn.

Tê payîn ku di vê serdanê de Mike Pempeo li gel rayedarên leşkerî yên Amerîkî yên li Îraqê dicive û giftûgo li ser wan êrîşan dikin ku li dijî hêzên Amerîkî tên kirin.

Top