Karwaneke din ya leşkerî ya Amerîkî gehêşte Rojavayê
Jêder behsa vê yekê kirin ku karwana han yaku ji 30 tirimbîlên leşkerî pêk hatibû, duhê ji Îraqê derketiye û çûye Rojavayê Kurdistanê û li bajarê Hesekê bicîh bûye.
Jêder eşkere kirin ku ew karwana han karwaneke locistîkî bûye ku ji bo hêzên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê hatiye birêkirin.
Weke tê zanîn piştî biryara vekêşana hêzên Amerîkî ji Rojavayê Kurdistanê, dîsa Amerîka hêzên xwe bi awayekî parçe parçe dişîne Rojavayê Kurdistanê.
