• Wednesday, 11 February 2026
logo

Terorîstekî DIŞIê xwe bi hêzên Îraqî re teqand

Gulan Media December 29, 2019 Nûçe
Terorîstekî DIŞIê xwe bi hêzên Îraqî re teqand
êrîş li Selahedînê pêk hatiye
Koma ragihandina operasiyonên artêşa Îraqê ragihand ku îro çarşem di çarçoveya operasiyona Nesir 8 ya li dijî DIŞIê de, terorîstekî DIŞIê xwe bi hêzên Îraqî re teqandiye.

Li gor daxuyaniya han di encama xwe teqandinê de Efserek û 3 leşkerên din yên artêşa Îraqê birîndar bûne.

Ev êrîş di dema operasiyonê de li parêzgeha Selahedînê pêk hatiye.

Ev demeke artêşa Îraqê li wan deveran li dijî terorîstên DIŞIê dest bi operasiyonan kiriye.

K24
Top