• Wednesday, 11 February 2026
logo

Fermandarekî Pêşmerge: Bila hemwelatî ji aramiya sînorê Kuleco piştrast bin

Gulan Media December 29, 2019 Nûçe
Fermandarekî Pêşmerge: Bila hemwelatî ji aramiya sînorê Kuleco piştrast bin
Fermandarê hêzên Pêşmerge li sînorê Kuleco Dilêr Hebîb aşkera kir, derveyî hêzeke qahîm, bi kamerayên çavdêriyê jî çavdêrî li plana terorîstan li vê deverê dê bên pûç kirin û em hemwelatiyan piştrast dikin, bila bê tirs û bi xweşî pêşwazî li sala nû bikin.

Fermandarê lîwaya 3 ya wezareta Pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê Emîd Dilêr Hebîb îro 29.12.2019ê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Wek hêza Pêşmerge li sînorê bajarokê Kuleco û derdora wê em di amadebaşiyê de ne bo her eger û êrîşekî terorîstan.’’

Herwaha got: ‘’Li gel anîna hêza zêdetir, bi kamerayên çavdêriyê ve em çavdêriya terorîstan dikin, ji ber wê bi ti awayekî em rê nadin tevgera DAIŞê.’’

Basnews
Top