• Wednesday, 11 February 2026
logo

Firakisyonên Kurdistanî vemana Adil Ebudûlmehdî bi pêwîst dizanin

Gulan Media December 29, 2019 Nûçe
Firakisyonên Kurdistanî vemana Adil Ebudûlmehdî bi pêwîst dizanin
Alîyên Îraqê heya niha nekarîne keseke hejî bo posta serok wezîrên Îraqê destnîşan bikin û xwenîşander li ser wî razî bin. Ev di demekê de ye, Adil Ebdulmehdî dest ji kar vekişandîye, lê axivtinê li ser wê yekê dihêt kirin ku careka dî bihêt berbijêrkirin bo posta serokê wezîran.

Firakisyonên Kurdistanî bi baş dibînin, ku ji bo derbazbûnê ji tevya arêşeyan, Adil Ebdulmehdî bi teva ya desthelatên destûrî ve berdewam be, heya wê dema ku rewşa sîyasî û abûrî ya Îraqê aram dibe.

Hevdem piştî redkirina kandîdên wan bo posta serokê wezîran, Hevpeymanîya Elbîna hejmareke kandîdên din destnîşan kirîne, daku yek ji wan ji alîyê serok komarî ve bihêt raspartin bo posta serokatîya hikumetê.

Berpirsekê wê Hevpeymanîyê ragehandîye, di mala serokê Hevpeymanîya Fetih, Hadî Amirî civîyane daku kandîndeke dî bo posta serokatî ya hikumetê destnîşan bikin.

Ew berpirs ku amade nebû navê wî bihêt belavkirin, aşkera jî kirîye, her yek ji ferîq rukin, Ebdulxenî Esedî, ferîq, Tofîq Elyasirî û Mehemed Elawî hatîne destnîşankirin daku bi fermî yek ji wan bihêt destnîşankirin bo berbijêrîya posta serokatî ya hikumetê.

Hefet ya burî, Behem Salih, kandîdê hevpymanîya Elbîna bo posta serokatî ya hikumetê, Esed Îdanî red kir û amadeya xwe jî derbirî li ser wê helwêsta xwe dest ji kar vekişîne.

K24
Top