• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mazlûm Kobanî: Deriyên me ji şêniyên Îdlibê ra vekirî ne

Gulan Media December 28, 2019 Nûçe
Mazlûm Kobanî: Deriyên me ji şêniyên Îdlibê ra vekirî ne
Fermandarê HSDê ragihand ku rêvebirîya bakur û rojhilatê Sûriyê amade ye ku pêşwazîyê li sivîlên ku ji ber şerê li parêzgeha Îdlibê koçber dibin bike.

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî li rûpela xwe ya Twitterê got: "Deriyên me ji şêniyên Îdlibê re vekirî ne û dikarin hevkariyê bi hêzên leşkerî yên Îdlibê yên di bina sîwana HSDê de pêk bînin da ku berê xwe bidin herêmên me."

Herwiha Mazlûm Kobanî got:"Şerê wêrankirinê rawestînin, sîwaneke tevahî hêzên neteweyî ava bikin ku sivîlan û rûmeta wan biparêzin û sînorekê ji bazirganiya xwîn û malên sûriyan re deynin."

Li Îdlibê şerekî dijwar di navbera hêzên artêşa Sûrîyê û çeteyên bin fermana dewleta Tirkîyê de didome û di encamê de sivîl dibin qurbanî û bi hezaran kes jî koçber bûne.

Herwiha Neteweyên Yekbûyî îro roja înê ragihand ku piştî destpêbûna operasyona hikûmeta Sûriyê û êrîşên esmanî yên Rûsyayê, di nav vê mehê de 235 hezar sivîl li Îdlibî ji malên xwe revîyane.

Basnews
Top