Kerkûk...Li ser daxwaza PDKê aliyên siyasî yên Kurdistanê dicivin
Îro 13.11.2024ê li ser daxwaza PDKê civîna partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê li Kerkûkê, taybet derbarê pirsa serjimêriyê de li binkeyê baskê 3 yê PDKê li Kerkûkê dê bicivin û di civînê de partiyên Kurdistanî dê helwêstê xwe li ser vê pirsê aşkera bikin.
Biryare çend rojekî din proseya serjimêriya giştî li Iraq û Herêma Kurdistanê birêve biçe, di demên borî de berpirsê baskê 3 yê PDKê li Kerkûkê di civîneke çapemeniyê de ragehandibû, ku wek PDK vê demê de em li gel encamdana serjimêriyê nînin, ji ber ku piştî 16ê cotmeha 2017ê hejmarek zêde ya erebên bajarên din ên Iraqê anîne Kerkûkê û ew li Kerkûkê niştecîh kirine.
Bendewarî heye ku civînên îro de, aliyên siyasî yên Kurdistanî helwêstê xwe derbarê encamdana serjimêriyê li Kerkûkê nîşan bidin, bi taybet jî ku çavdêr diyar dikin serjimêrî proseyekî giring û çarenivîssaz e û destûra mayînde ya Iraqê jî li gor madeya 140 amaje bi wê yekê daye ku serjimêrî piştî proseya asayî kirina rewşa navçeyên sînorê wê madeyê de divê bê kirin.
Basnews
