• Wednesday, 11 February 2026
logo

15 HDPyî ji encumenên şaradariyan hatin dûrxistin

Gulan Media December 28, 2019 Nûçe
15 HDPyî ji encumenên şaradariyan hatin dûrxistin
Li Erzeromê 15 endamên encumena şaradariyên HDPê ji kar hatin dûrxistin.

Li navçeyên Gosî, Tatos û Karaçobanê yên parêzgeha Erzeroma Bakurê Kurdistanê, 15 endamên encumenên şaradariyan yên ser bi HDPê ve ji kar hatin dûrxistin.

Dûrxistina wan endamên HDPyî yên encûmenên şaredariyên her sê navçeyên parêzgeha Erzeromê bi biryara Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê hatiye encamdan.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê, tenê bi hinceta ku di derheqê wan endamên encûmenên HDPê de lêpirsîn tê kirin, biryara dûrxistina wan kesan daye.

Rudaw
Top