Tirkiye rojnameger Adil Behramî radestî Îranê kir
Ligor zanyariyan BasNewsê ji Rêveberiya Koç û Koçberan a Tirkiyê standiye duhê Tirkiyê Adil Behramî jî di nav da 33 penaberên Îranî ji Deriyê Sînorî yê Gurbulaxê yê ser bi navçeya Bazîd a Agiriyê ye radestî Îranê kiriye.
Berpirsekî îdarî yê Rêveberiya Koç û Koçberan a Tirkiyê ku nexwest navê xwe aşkere bike îro roja înê 27.12.2019an ji BasNewsê ra aşkere kir ku Adil Behramî jî di nav da wan 33 penaber radestî Komara Îslamî ya Îranê kirine.
Roja çarşemê 25. 12.2019an Berdevkê Peywendiyên Komeleya Şoreşger û Zehmetkêşên Kurdistana Îranê (Komala) Saman Rishehsaheb ji BasNewsê ra aşkere kiribû ji 20ê Kanûnê va ew aqûbeta endamê xwe yê li Tirkiyê girtî Adil Behramî nizanin.
Saman Rishehsaheb ji BasNewsê ra aşkere kiribû endamê hizba wan Adil Behramî ji ber kar û barên siyasî û çalakiyên mafê mirovan nikare vegeriya Îranê û serî li Konsolxaneya Neteweyên Yekgirtî ya Penaberan a li Enqerê daye û di 28. 08. 2018an keysa xwe ya penaberiyê li Enqerê tomar kiriye. Herwiha di 14. 12. 2018an jî de dema ji Antalyayê xwestiya here Ewropayê li firokexaneya Ewropayê hatiye girtin û nêzîkî 2 mehan li Antalyayê hatiye zindanîkirin û ji Antalyayê jî bo Navenda Vegerandina Penaberan li Enqerê 6 mehan hatiye zindanîkirin.
Rojnameger Adil Behramî xelkê navçeya Kamyaranê ya ser bi parêzgeha Kurdistanê ye û 7 sal in beşdarî nava Komalayê bûye û di nava Komalayê da karê rojnemevaniyê hizbê kiriye.
Herwiha Komara Îslamî ya Îranê doza girtin û desteserkirinê bi bahaneya “endamtiya hizbên Kurdistanî” doz lê vekiriye.
Basnews
