• Wednesday, 11 February 2026
logo

Êrîşî hêzên Amerîkî hate kirin

Gulan Media November 11, 2024 Nûçe
Êrîşî hêzên Amerîkî hate kirin

Li Dêrazorê êrîşî ser navenda Omer hatiye kirin.

Li gor zaniyariyên berdest duhê bişev bi sê hajekan êrîşî ser hêzên Amerîkî yên li navenda Omer ya li Dêrazorê hatiye kirin.

Jêderên ewlekarî diyar kirine ku, yek ji wan hajekan di nava navendê de ketiye û du hajekên din jî li derdorê navendê ketine erdê.

Heta niha ti zaniyarî derbarê zirarên êrîşê de nehatine belavkirin û hêzên Amerîkî jî li ser vê mijarê ti daxuyanî nedane.

Top