• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Kazaxistanê balafira 100 kesî ket: Gelek kuştî û birîndar hene

Gulan Media December 27, 2019 Nûçe
Li Kazaxistanê balafira 100 kesî ket: Gelek kuştî û birîndar hene
Li Kazaxistanê balafireke rêwingan ket û di encamê de herî kêm 19 kesan canê xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn.

Bûyer li bajarê Almaty yê Kazaxistanê û tenê çend xûlekan piştî hewldana rabûna balafirê ji banda balafirxaneyê rû da.

Berpirsên Kazaxistanê ragihandiye, piştî hewldana rabûna ji banda balafirxaneyê, pîlot kontrola balafirê ji dest daye û balafir bi ser avahiyeke du qat de ketiye.

Komîteya Rewşên Bilez a Kazaxistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, balafirê 100 kes li xwe girtibû ku 95 kes ji wan rêwing û 5 kes jî ji kadroyan pêkdihat.

Li gor agahiyan, balafir ji Almaty ber bi paytexta welat bajarê Nûr Sultan (Astana) ve diçû, ku bûyera ketinê rû daye.

Medyaya xwecihî ya Kazaxistanê ragihandiye, ku di dema rabûna balafirê de rewşa hewayê baş nebûye û mijeke xurt li herêmê hebûye, lewma jî balafira ser bi kompaniya Bek Air ketiye.

Piştî bûyerê tîmên agirvemirandinê li gel tîmên rizgarkirinê li cihê ketina balafirê berdewamin li ser xebatên xwe.

Rudaw
Top