• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê hewalgirîya Îsrayîl: Îran bo Mosadê karê berahîyê ye

Gulan Media December 27, 2019 Nûçe
Serokê hewalgirîya Îsrayîl: Îran bo Mosadê karê berahîyê ye
Serokê hewlgirîya Îsrayîlê (Mosad), Yusî Kohîn got: Xwazta Tehranê ya navokî û hewlên wê bo çespandina hebûna xwe li deverê karê herî pêşîne bo dezgeha Mosadê.

Kohîn ragehand: Karên navokîyên yên Îranê, mûşekên dûrhavêjên wê, berfirehkirina hejmûna wê li deverê û piştîvankirina wê bo rêkxistîyên teroristî metrsîyeke mezine bo ser asayîşa Îsrayîlê û hevwelatîyên wê.

Herweha Kohîn got: Hemû desteyên Mosadê bi jin û zelam ve, bi hevre wek yek mist kar dikin bo bicîkirina encaman.

Ev axivtinên Kohîn piştî wê yekê dihên ku Çarşembîya bûrî, serok erkanê artêşa Îsrayîlê. Efîf Koxafî ragehandî, Feyleq a Quds a Îranî ya ser bi pasdaran, mehane çekên pêşkevtî vediguhêzin bo Îraqê. Tekz jî kir ku, Îsryîl rê bi berdemabûna evê yekê nade.

Koxafî gotibû jî: Îran bi driêjahîya sala burî sîyasetên xwe diguher û dest hêrişan kirîye, nemaze jî dijî welatên kendavê.

K24
Top