Deynên Tirkiye gihîşte 447 milyar dolaran
Di çarêka dûyem a îsal de, qebareya deynên derve yên ser bi Wezareta
Darayî ya Tirkiyê ve gihîşt 15 milyar dolaran, bi ser de qebareya deynên kerta hikûmî gihîşt 103 milyar dolaran, herwiha deynên Yekîtiya Ewropa jî gihîşt trilyonek û 284 milyar lîreyên Tirkî.
Wezareta Darayî ya Tirkiyê, beriya niha ragihandibû ku Banka Navendî pêşbînî dikir ku ewê 3 milyar û 500 milyon lîreyên Tirkî weke deyn li ser welatiyan belav bikin, lê rêjeya wê li gorî daxwaza xelkê û bazirganan rabû 5 milyar û 700 milyon lîreyên Tirkî û ev yek bû sedemeke zêde ji bo bilindbûna deynên derve li ser hikûmeta wî welatî.
Li aliyekî din rêjeya bêkariyê li Tirkiyê her ku diçe bilind dibe û li gorî datayên dawî derdora yek milyon kes salane bêkar dimînin û hejmara dawî ya bêkaran li seranserî Tirkiyê gihaye 4 milyon û 700 hezar kesî, wate 14%.
Ji aliyê xwe ve Desteya Belavkirina Enerjî û Petrolê ragihand, ku wan nirxê gaza sirûştî bi qasî 27 quruşan bilind kiriye û îsal şeşemîn car e ku buhayê elektirîkê bilind dibe. Serokê grûpa kar a siyaseta enerjiya Tirkiyê Necdet Bamîr jî ragihand ku dibe nirxê gazê careke din bilind bibe.
Necdet Bamîr got, ku 51% ji elektrîka Tirkiyê ji derve tê hawirdekirin û rêjeya bikaranîna wê li nava Tirkiyê ji sedî 68 rabûye ji sedî 89 û bo qerebûkirina lawazbûna kerta enejiyê, Necdet Bamr tekez kir ku hikûmetê heta niha zêdetirî 100 sazî û dezgehên xwe yên taybet û giştî firotine û tirs heye ku nirxê alavên enerjiyê, bilindtir jî bibe.
Rudaw
