YNKê piştgirî da helwesta Berhem Salih
Endamê Encûmena Serkirdatiya YNKê, Seidî Ehmed Pîre îşev di konferanseke rojnamevanî de li Hewlêrê ragihand, helwesta Berhem Salih ji bo çareseriya rewşa Iraqê ye û ji aliyên siyasî xwast, ku vê mijarê xirab bikar nehînin.
Seidî Pîre got, berpirsatiya Serokomar kûrkirina nakokiyan nîne û naxwaze rijandina xwîna iraqiyan berdewam be. Pîre got: “Ti bendeke destûrê nîne ku vê helwesta serokomar wek nedestûrî nîşan bide, lewma ew di nava kûrtirkirina nakokiyan û destjikarberdanê, amadebûna xwe jibo destjikarberdanê nîşan daye û em jî wek YNK piştgirî li helwesta wî dikin.”
Pîre herwiha destnîşan kir: “Heta niha li parlamentoya Iraqê kîjan alî mezintirîn fraksyon e, hevdem di navbera aliyan de ji bo diyarkirina berbijêrê serokwezîrê nû yê Iraqê komdengî nîne.”
Derbarê vegera Berhem Salih bo Silêmaniyê de jî, Seidî Pîre got: “Serokomar ji ber posta xwe ya hizbî, ji niha pê ve hemû pêncşemiyan dê vegere Silêmaniyê û şemiyan dê vegere Bexdayê.”
Bi gotina wî rayedarê YNKê, posta Serokomariya Iraqê pişka YNKê ye, lewma jî tenê ew dikarin biryarê li ser wê yekê bidin ku serokomar dest ji kar berde yan na.
Ev helwesta YNKê piştî wê yekê hat, ku Hevpeymaniya Bîna, ku Hadî Amirî û Nûrî Malikî serokatiya wê dikin, îşev di daxuyaniyekê de Berhem Salih bi binpêkirina destûrê û bikaranîna siyaseta kuştina demê tometbar kirin û daxwaz ji parlamentoya Iraqê kirin, lêpirsînê bi Salih re bike.
Rudaw
