Hawpeymanîya Elbîna daxwaz dike serok komar ji posta xwe bihêt dûrkirin
Piştî redkirina kandîdê wê hevpeyamanîyê (ku alîgirê Îranê ye) bo wergirtina posta serokê wezîran, hevpeymanîya Elbîna rexneyên tund arasteya Berhem Salih kir û bi bipîkirina destûr û sûnda destûrî tuhmetbar kir.
Di beyannameyekê de, hevpeymanîya Elbîna ragehandîye, serok komarî sîyaseta dem kuştin û ji navbirina dema dîyarkirî ji desûrê bo destnîşankirina kandîdê serokê wezîran bikar anîye. Li ser evê bingehê jî, Em wek hevpeymanîya piranî di perlemanê de, me kesek bo wergirtina posta serok wezîran destnîşan kirîye, lê serok komar bê guhdane destûrê ev daxwazîya me red kirîye û ragehandîye, ew amadeye dest ji kar vekişandina xwe pêşkeşî Civta Nwêneran bike.
Di karvedan xwe de dijî evê helwêsta Berhem Salih, hevpeymanîya Elbîna di beyannameya xwe de daxwaz kirîye, rêkarên yasayî li dijî serok komar bigirne ber.
Ji bilî hevpeymanîya Elbîna, piranîya hevpeymanî û alî û kesatîyên sîyasî yên Îraqê û Civata Nwênerên piştîvanî ya biryara redkirina Esed Îdanî kirin û ev helwêsta serok komar wek li berçavgirtin û bersivdana xwazta xwenîşanderan wesif kirin. Ji wan jî Rewta Sedir û Hevpeymanîya Wetenîye hevdem jî zêdetir ji 170 endamên Civatê piştîvanî ya xwe bo helwêsta serok komar derbirîn.
