• Wednesday, 11 February 2026
logo

Elî Babacan: Divê Selahedîn Demîrtaş were azadkirin

Gulan Media December 27, 2019 Nûçe
Elî Babacan: Divê Selahedîn Demîrtaş were azadkirin
Wezîrê Berê yê Darayî Elî Babacan ku amadekariya damezrandina partiyeke nû dike dibêje, divê Selahedîn Demîrtaş were azadkirin û fişar li HDPê neyên kirin.

Elî Babacan, ku bi piştevaniya Serokomarê Berê yê Tirkiyê Abdulah Gul amadekariya damezrandina partiyeke nû dike dibêje, ew dê di nav meha yekê ya 2020an de partiya xwe damezrîn in. Babacan got, partiya wan, dê bibe partiyek navendî û sîstema takekesî dinav partiya xwe de jî qebûl nakin.

Babacan îddîa dike ku ew dê aboriya Tirkiyê di nav mehekê de rast bikinm ku rêya vê di zêdekirina maf û azadiyan re derbas dibe.

Herwiha Elî Babacan got, divê ji bo siyasetê pêiya HDPê were vekirin û nabe Selahedîn Demîrtaş, bi awayek girtî were dadgehkirin.

Basnews
Top