Davutoglu dê çi bide Kurdan?
Roja 13ê vê mehê serokwezîrê berê yê Tirkiyê, Ahmet Davutoglu, dawî li gengeşeya dirêj anî di nav raya giştî ya Tirkiyê de derbarê cudabûna ji AKPê û damezirandina partiyeke nû. Davutoglu bi amadebûna 154 endamên damezrêner li hotela Bîlkent li Enqereya paytexta Tirkiyê, damezrandina partiya xwe, Partiya Paşerojê ragihand.
Ahmet Davutoglu di gotara xwe de daxwaza vegera bo demokrasî, azadî, yeksanî, rêzgirtin, exlaqê siyasî, azadiya ragihandinê û cudabûna desthilatan kir ku ev çaverêkirî bûn. Lêbelê ew a ku çaverênekirî bû, perwerdehiya bi zimanê dayikê bû ku got, “Pêwîst e dewlet di meseleya perwerdeya bi zimanê dayikê, nasnema û bawerî, berengarbûna dijayetiya mezhebî, weke hev nêzikî hemûyan bibe. Bikaranîna zimanê dayikê li cihên giştî peywestbûna hemwelatiyê bihêztir dike.”
Kurd derbarê Davutoglu de bi guman in!
Davudoglu di navbera salên 2003-2009an de mezintirîn şêwirmendê herdu serokwezîrên Tirkiyê, Abdullah Gul û Recep Tayyîp Erdogan bû. Ji 2009an ta 2014an wezîrê derve yê wî welatî bû. Ji Îlona 2014an heta Gulana 2016an serokwezîrê Tirkiyê bû. Davutoglu weke endezyarê siyaseta Tirkiyê li hember qeyrana Sûriyê û herwiha li maweyê serokwezîrtiya wî de jî, şerê nav bajaran ên di navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de dest pê kir ku bi ‘şerê xendekan’ tê naskirin û di wê heyamê de çendîn bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê wêran bûn. Her ji ber hindê beşek ji Kurdan bi bi guman li gotinên Davutoglu dinêrin.
Nesrîn Nas, akademîsyen û siyatmedara berê li Tirkiyê derbarê dirûşm û sozên Davutoglu de ji Rûdawê re ragihand, “Piştî hilbijartinên hezîrana 2015an, dema ku operasyonên wêrankirina bajarên Kurdan dest pê kir, Davutoglu serokwezîr bû. Kurdan, qedexekirina hatinûçûnê, kuştin û hovitiya wê dem jibîr nekirine. Di heman demê de bo ew ên ku çûne nav DAIŞê, got ‘mejiyê wan aloz bû’, bo ku berpirsyariyên komkujiyên Pirsûs û Enqerê nexe ser DAIŞê, pênaseya ‘kokteyl teror’ bikar anî. Her Davutoglu endezyarê siyaseta îro ya Tirkiyê ye li Sûriyê. Kurd bi hêsanî vê jibîr nakin.”
Cafer Solgun, nivîskarê ji Dêrsimê Bakurê Kurdistanê, dibêje, “Dema ku behsa Davutoglu dikin, operasyonên xendeqan tên bîra Kurdan, siyaseta Sûriyê bi bîr tê. Ji ber hindê gelek asayî ye ku Kurd gelek girîngiyê bi gotinên wî û partiya wî nedin.”
Derbarê egera desthilatbûnê jî Solgun dibêje, “Dibe bikare AKPê ji desthilatê dûr bixe, bikare Erdogan ji ser kursiya wî der bike, lê gelek zehmet e bikare bibe desthilat.”
Bayram Zîlan derbarê helwesta partiya li ser çareserkirina pirsa Kurd de ji Rûdawê re got, “Siyaseta AKPê azmûnek e, rêzdar Davutoglu sûd jê dibîne. Dibe di meseleya çareseriyê de xwe dûr bigire ji dûbarebûna xeletiyên di serdema AKPê de. Em dixwazin vê meseleyê bi temamî ji rojeva Tirkiyê derxin û çareser bikin.”
Di dewama gotinên xwe de Zîlan dibêje, “Em dê li gel Kurdan rûnin û rêk bikevin. Berî niha tenê li gel PKKê guftugo hatine kirin, ev xeletiyeke mezin bû, xelk ji me nîgeran bûn.”
Derbarê wan rexneyên arasteyî Davutoglu tên kirin derbarê rûdanên di heyama serokwezîriya wî de, Bayram Zîlan dibêje, “Di dema şerê xendekan de gelek hewl da ku ziyan negihije xelkê sivîl. Hinek dixwazin tohmetên ne rast arasteyî Davutoglu bikin. Di wan rûdanan de weke salên 80 û 90î ‘aqilê kevn’ ê dewletê serdest bû.”
Bayram Zîlan bawerî bi Davutoglu heye ku pirsa Kurd çareser bike û dibêje, “Ev pirs wek berê bi xapandin û bikaranîna zimanê biratiyê nayê çareserkirin. Di vê baweriyê de me, birêz Davutoglu dikare di vê çarçoveyê de hemû aliyan razî bike û meseleyê bigihîne çareseriyê.”
Daxuyaniyên davutoglu derbarê perwerdehiya bi zimanê dayikê di vê qonaxê de ku demokrasî û azadî li Tirkiyê bi paş ketiye, girîngiya xwe heye û dûr nîne bi destpêkek bo şikandina wê tirsa ku li Tirkiyê ji aliyê desthilatê ve hatiye pêkanîn.
Herwiha jibilî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û partiyên Kurd ên berî wê, partiya Davutoglu di komara Tirkiyê de dibe yekem partî ku bi awayekî aşkere piştevaniyê li mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê dike.
Li gor nivîskarê Tirk Yildiriy Ogur, di wê serdema ku Davutoglu serokwezîr bû, karên girîng bo çareserkirina pirsa Kurd kirine û dibêje, “Berevanî li proseya çareseriyê kir, di nermkirina rewşa piştî rûdanên Kobanê û rêkevtina Dolmabahçe roleke sereke hebû. Ji bo berdewamkirina proseya çareseriyê çendîn kombûn pêk anîn.”
Yildiray Ogur dibêje, Davutoglu di merasîma ragihandina partiya xwe behsa tiştên girîng kir ku yekem car e partiyeke Tirkiyê behs dike û diyar dike, “Li Tirkiyê behskirina li ser pirsa Kurd hêsan nîne. Di bernameya behsa pirsa Kurd dike ku cihekî taybet bo veqetandiye bi hûrgûlî behsa vê pirsê dike. Li gor wî pirsa Kurd pirseke dîrokî ye û pirsa terorê nîne ku ev jî şîroveyeke bi nirx e.”
Li gor wî nivîskarî, Davutoglu li gel Elî Babacan dikarin hevsengiya di navbera opozîsyon û desthilatê biguherin, “bi taybetî jî muhafezekarên Kurd ku niha deng didin AKPê, ji nêzîk ve çardêriya Davutoglu dikin.”
Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê Kurd Îlhamî Işik jî dibêje her partiyeke siyasî ya nû nikare peywest bi Kurd roleke nerênî bigire û diyar dike, “Damezrandina vê partiyê bo Kurdan dibe destpêkek bo kêmkirina ew zilm û nedadperweriya li hemberî Kurdan.”
Îlhamî Işik dibêje, “Weke gaveke destpêkê tiştekî baş e, partiyeke muhafezekar berevaniyê li mafê xwendina bi zimanê dayikê bike, di nav AK Partiyê de berevanî li zimanê dayikê nehate kirin. Ev cudahiyeke mezin û girîng e. Siyaseta Kurdî li Tirkiyê ji her tiştî zêdetir çav li ser zimanê dayikê ye.”
Rudaw
