DANA gaz: Berhem anîna me zêde bûye
Dibêje berhemanîna wan sedî 3 zêde kiriye.
Kompaniya DANA gaz ya Îmaratî yaku, ev çend sale di warê gaza xwezayî de li herêma Kurdistanê kar dike, raportek derbarê kar û çalakiyên xwe de belav kiriye.
Di raporta han da hatiye nivîsandin ku, berhemanîna gazê li herêma Kurdistanê di sala 2024an de bi rêjeya sedî 3 zêde bûye.
di beşeke dinya vê raporta han de behsa vê yekê hatiye kirin ku, hewl tê dayîn daku, rêjeya zêdebûna berhemanînê were zêdetirkirin.
