Gelo MSD beşdarî Desteya Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê dibe?
Çavkaniyeke taybet ji Rûdawê re aşkere kir, egereke mezin heye ku nûnerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tevlî Desteya Danûstandinan a Oposizyona Sûriyê bibin.
Şerê navxwe yê li Sûriyê ev nêzî 9 sal e berdewam dike û lêgerînên çareseriyê ji bo vê krîzê jî berdewam in.
Piştî ku opozisyona Sûriyê, di temenê krîzê de, Enqera weke navendeke sereke ji xwe re hilbijart, niha welatên Erebî hewl didin wan ji bin siya wî welatî derxin.
Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) ku 21 vê mehê li Qahîreya paytexta Misirê bû, mijara lidarxistina civîna Qahîre sêyem gotûbêj kir û bi awayekî destpêkî ji aliyê wezareta derve ya wî welatî ve hat vexwendin.
Emîna Omer, Hevseroka MSDê dibêje, “Ji bo komcivîna Qahîreya sêyem, rola MSDê ya sereke tê de heye, ew jî dixwazin em weke aliyeke esas hebin.”
Berevajî MSDê ku gelek pêkhate tê de hene, Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibîne ku welatên erebî êdî bi nermî li doza Kurdan dinêrin.
Nemat Dawid, Endamê Serokayetiya ENKSê jî diyar dike, “Helwêsta Sûidiyê û Misirê, erênî ye û nerim bû, bi gotûbêjê wê zêdetir pêşkeve.”
Di çend mehên derbasbûyî de, Rêveberiya Xweser du caran bi fermî serdana Misirê kir û bi nehênî serdana her yek ji Erebistana Saûdî û Urdinê kiriye.
Herçende ev demek bû welatên Erebî destwerdana di dosiya Sûriyê de nekir, lê niha kar ji bo Qahîre 3 û Riyad 3 tê kirin.
Rudaw
