Wezareta Pêşmerge bacê dide rojnamevanan
Wezareta Pêşmerge ragihand ku di dema qedexeya derketina derve de dê bacê bide rojnamevanan ji bo serjimêriya giştî ya xelkê Iraq û Herêma Kurdistanê bişopînin.
Wezareta Pêşmergeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehandiye û amaje bo wê daye, ku li ser hemû aliyekî bo serkeftina serjimêryariya giştî ya runiştvanan û niştecîbûn, ku aliyên wezareta pilandananê/desteya amar û sîstema zanyariya erdnîgariyê li 20-21.11.2024, di hewleke komisyona pêywendî û ragehandinê bo dabînkirina tevahiya pêwîstiyên romala medyayî ya vê bûyera mezin û girîng, bi alîkariya aliyên pêywendîdar, kar dikin bo derxistina baca taybet bi ragehandin û ronamevanan, bi mebesta bexşandina wan a di wê qedexeya hatûçûnê, ku dema wê hatiye diyar kirin.
Di daxuyaniya wezareta pêşmergede ji bo dezgehên ragehandinê hatiye diyarkirin: “Ji bo agahdarkirina hemî xebatkarên we, ku xwezaya karên wan pêwîstî bi geşt û geranê heye di dema qedexeya hatûçûnê de, serdana wê lînkê bikin ku li xwarê amaje pê hatiye kirin û ew daxwaz heta demjimêr 12ê şeva yêkşemê dê berdewam be, bo pirkirina daneyên pêwîst, ji bo ku tedbîrên derxistin û dabeşkirina bacan temam bike.”
Herwaha tekez jî kiriye ku ev tedbîr hemû parêzgehên Iraq û Herêma Kurdistanê digre nav xwe.
Serdana lînka jêr bikin
https://reporter.cmcforms.iq/form
