Nakokiyên nav mala Şîeyan kûrtir dibin
Serkirde û xwedî biryarên Îraqê, li Herêma Kurdistanê li dûv çareserîya rewşa sîyasî Îraqê digerin. Ew dixwazin li gel serkirdatîya sîyasî ya Kurd rêyekê bibînin bo çareserkirina kirîzên Îraqê û pêkhînana hikumeta nû ya Îraqê. Di dawîn serdana serokê Civata Nwênerên Îraqê ev mijar bi aşekera hest pê hat kirin.
Niha Îraq li ser dû paye ya sîstema sîyasî rawestaye û yek ji paye yên serekeyên wê heriftîye, welatek bê serok wezîre û hikumete û di valahîyeke destûrî de ye. Ti alîyek ji alîyên peywendîdar nekarîn ne kesekî destnîşan bikin û raspêrin bo posta serokê wezîran, ne jî, mezintirîn firakisyon destnîşan bikin. Şareza jî dibêjin rewşa Îraqê bi sanahî nahêt asayîkirin.
Heya niha alîyan zêdetir ji 40 kandî bo şûna Adil Ebdulmehdî destnîşan kirîne, bo ku kesek ji wan bi fermî bihêt raspartin bo pêkhînana hikumeteke nû, çunku piranîya wan kandîdan komdengî ya sîyasî li ser wan nîne û zû jî, ji alîyê xwenîşanderan hatin redkirin.
K24
