• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Dihokê mêrek ku jinav PKK hatibu û jinika wî li mala xwe kuştî hatin dîtin

Gulan Media November 7, 2024 Nûçe
Li Dihokê mêrek ku jinav PKK hatibu û jinika wî li mala xwe kuştî hatin dîtin

 Li nahiyeya Feydeyê ya navçeya Sêmêlê ya Dihokê, mêrek û jineke ji Rojavayê Kurdistanê li mala xwe kuştî hatin dîtin.

Çavkaniyeke ji ewlehiyê ji Rûdawê re ragihand ku duh bi şev li Sêmêlê jin û mêrekî ku ji Rojavayê Kurdistanê ne li mala xwe hatine kuştin.

Hat zanîn ku zarokekî 5 mehî yê wan heye û ew sax e.

Navê zilam Ciwan Rêzan e û ew 35 salî ye û hevjîna jî 30 salî ye.

Hat gotin ku Ciwan Rêzan berî çend salan ji PKKyê veqetiyaye û li Dihokê bi cih bûye.

Tîmên tenduristiyê cenazeyên her du kesan veguhastin Saziya Tipa Dadî ya Dihokê.

Derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hatiye kirin.

 

Rudaw

Top