• Wednesday, 11 February 2026
logo

Trump Cejna Noelê li hemû Amerîkîyan pîroz kir

Gulan Media December 26, 2019 Nûçe
Trump Cejna Noelê li hemû Amerîkîyan pîroz kir
Serokê Amerîka Donald Trump, ku jibo derbazkirina behnvedanê bi hevjîna xwe Melanie li bajarê Palm Beach ya Florîda ye, bi peyameka vîdyoyî Cejna Krîstmisê li Amerîkîyan pîroz kir.

Trump di peyama xwe da ragihand: “Ez û Melanie Krîstmisa we yek bin yek pîroz dikin û taybetî jî ji endamên leşkerîya me re ku li aniha li dervayê welêt in, Krîstmiseke hêja dixwazin. Em ji wan re dûayên taybet dikin û hêvî dikin ku aştî di nav gelan de pêk were û şabûn li her derê cîhanê belav be.”

Di roja Krîstmisê de Amerîkî û bi mîlyonên mirovên seranser cîhanê dayikbûna Mesîh Îsa pîroz dikin.

Ev roja girîng li Amerîka wek roja behnvedanê ya fermî ye û ofîsên hikûmetê, xwendingeh û herwiha piranîya firoşgehan girtî ne.

Di vê rojê de Amerîkî serdana hezkirîyên xwe dikin, ji hevdu re dîyarîyên hêja pêşkêş dikin û dayikbûna Mesîh Îsa bi awayê herî dilgeş pîroz dikin.

Basnews
Top