• Wednesday, 11 February 2026
logo

40 endamên DAIŞê li parêzgeha Hesekê hatin girtin

Gulan Media November 7, 2024 Nûçe
40 endamên DAIŞê li parêzgeha Hesekê hatin girtin

Operasyona Ewlehiya Domdar a li kampa Holê û derdora wê di roja duyemîn de ye. Heya niha 40 çeteyên DAIŞˈê hatine girtin û gelek çek hatine desteserkirin.

Operasyona Ewlekariya Domdar ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) ve li kampa Holê û derdora ve hatiye destpêkirin, di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.

Li gorî agahiyên ku fermandarên operasyonê hatine dayîn, heta niha çeteyekî DAIŞê hatiye kuştin, 40 çeteyên DAIŞˈê hatine girtin û hejmarek çek û cebilxane hatine desteserkirin.

Armanca operasyonê, paqijkirina 100 kîlomtere li kampa Holê û derdora wê (devera di navbera Hol, Til Hemîs, Hesekê, Eşîre û Şedadê de) ye.

Hêzên Operasyona Ewlehiya Domdar di daxuyaniyekê de diyar kir, bi dehan şikeft û cihên ku terorîstên DAIŞˈê xwe lê vedişartin, hatine pakkirin.

 

Rudaw

Top