• Wednesday, 11 February 2026
logo

Şêwirmenda Esed gef li Amerîkayê xwar

Gulan Media December 26, 2019 Nûçe
Şêwirmenda Esed gef li Amerîkayê xwar
Şêwirmenda Serokê Sûriyê Buseyina Şaban gef li hêzên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê û Dêrazorê dixwe û dibêje, ew ê li dijî wan dest bi şer bikin.

Şaban di daxuyaniyekê de ji bo medyaya Amerîkî ragihand, ti mafekî Amerîka li ser petrola Sûriyê tine ye û eger ji Sûriyê dernekeve, ewê li dijî hebûna wan hêzan dest bi şer bikin û got, divê xaka wan ji bin dagîrkariya terorê, Tirkiyê û Amerîka derkeve.

Şêwirmenda Esed tekez kir, ku şer li ser wan hatiye ferzkirin û ew şer li dijî gelê Sûriyê ye û ne li dijî Beşar Esed e.

Ev daxuyaniyên Şêwirmenda Esed de di demekê de ne ku Wezîrê Derve yê Sûriyê, Welîd Muelim jî îro ragihandibû ku rêkeftina Soçî ya di navbera Rûsya û Tirkiyê de rastî şikestinê hatiye û niha yekane rêya çareseriyê rêbaza leşkerî ye.

Welîd Muelim herwiha îddîa kir ku ji ber ku siyaseteke sîstematîk a cêgir li cem Kurdan nîne, danûstandinên Şamê bi Kurdan û YPGê re hatin rawestandin.

Rudaw
Top