• Wednesday, 11 February 2026
logo

Ewlekarîya Rojava ya Kurdistanê qedexeya hatinûçûna barhelgiran ragehand

Gulan Media December 26, 2019 Nûçe
Ewlekarîya Rojava ya Kurdistanê qedexeya hatinûçûna barhelgiran ragehand
Ewlekarîya Rojavaya Kurdistanê bi boneya cenên ji dayîkbûna hezeretê Mesîh û serê sala nû, bi awayeka demkî qedexeya hatinûçûna barhelgir û tankeran bi hemû qebaryan ve li tevahîya bajarên Rojava ya Kurdistanê ragehand.

Qedexeya hatinûçûnê ji demjmêr 6:00 ê sipêde ya roja Şembî ya dahatî destpêdike û heya sipêdeya roja Çarşembîya dahatî berdewam dibe.

Ewlekarîya Rojava beynnameyek belavkirîye û têde xuya kirîye ku ew qedexekirin tevaya corên matorsikilan jî bi xwe ve digire, çi serbazî bin yan sivîlî.

Herweha di beyannameyê de hatîye hetina otombêl û barhelgiran bo Rojava li derîyên sinûrî jî dihên rawestandin di dema qedexekirina hatinûçûnan.

Top