Şam: Tirkiyê qirkirina netewî li rojhelatî Firatê dike
Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Mûalim ji medyaya Rûsî re ragihand, di berê de wan civîn bi aliyê Tirkî kirine lê bê encam bûn, heta Tirkiye xaka Sûriyê dagîr dike, dê hevdîtin her tim bê encam bin.
Muelim got jî, rêkeftina Rûsî - Tirkî li rojhelatê Firatê berdewam û cîgîr e û Tirkiyê siyaseta qirkirina netewî li rojhelatî Firatê pêk tîne.
Diyar jî kir, aliyê Rûsî û Îranî ji Hikûmeta Sûriyê re tekez kirine, dê hebûna Tirkiyê li Sûriyê bi awayekî demkî ye. Lê got jî, dema Tirkiye minhaca xwendinê li Efrîn û Cerablusê dixe dibistanan, ev nîşana “demkî” nade.
Wezîrê Derve yê Sûriyê di derbarê dorpêçkirina xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li parêzgeha Idlibê de got, du xalên Tirkiyê li başûrê Idlibê ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve dorpêçkirî ne, lê ewê rê bidin ku hêzên Tirkî ji wan xalan derkevin.
K24
