Sûdanî û Blinken li ser tevgerên rawestandina şerê li Xeze û Lubnanê gotûbêj kirin
SerokwezîrêIraqê di peywendiyeke tilefonî de bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê re tekezê li ser giringiya zêdekirina tevgerên Amerîkayê û welatên din ji bo rawesatandina şerî li Libnan û Xezeyê dikin.
Li dû ragehandina SerokwezîrêIraqê, Mihemed Şiya Sûdanî îro 05.11.2024 di peywendiyeke tilefonî de bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re danûstandin li ser tevgerên rawestandina şerî li Xeze û Libnanê kirin.
Di wê ragehandinê de hatiye tekezkirin ku, Sûdanî di wê peywendiya tilefonî de bi Blinken re danûstandin li ser metirsiyên berdewambûna Israîlê li ser êrîşên wê bo ser Xeze û Libnanê û bandora wê li ser ewlehî û seqamgiriya deverê û cîhanê bi giştî kirin, herwesa tekez li ser giringiya zêdekirina tevgerên Amerîka û welatên din ji bo rawesatandina wî şerî kir.
SerokwezîrêIraqê amaje bi giringiya karê berdewam da, bi merema kêmkirina bandorên şerî li ser rewşa mirovî û zêdekirina bizavan ji bo gehandina alîkariyên lojistî ji bo xelkê sivîl û awareyan li deverên hevrikiyan û şerî.
Basnews
