• Wednesday, 11 February 2026
logo

Başûrê Kurdistanê 18 ton derman dişîne Rojava

Gulan Media December 25, 2019 Nûçe
Başûrê Kurdistanê 18 ton derman dişîne Rojava
Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê kempînek ji bo komkirina derman û pêdîviyên tendirustiyê ji bo Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin.

Kempîna komkirina derman û pêdiviyên tendirustiyê di 18ê Mijdarê de dest pê kiribû û duh Sêşemê bidawî hat.

Bi gotina serpireştyarên wê kempînê, di rojên kempînê de li sînorê parêzgeha Silêmaniyê zêdetir ji 18 ton derman û pêdiviyên tendirustiyê ji aliyê kes û aliyên xêrxwaz ve hatin komkirin.

Serpiriştiyarên wê kempînê ji Rûdawê re gotin, ji destpêka kempînê ve ta niha wan bi qasî 15 ton derman û derodora 10 hezar dolar û 27 milyon dînarê Iraqî kom kir.

Yek ji serpireştyarên kempînê da xuyakirin, wan bi pereyê ku hatibû komkirin, 3 ton derman kirîn û bi vî awayî bi giştî di kempînê de 18 ton derman hatiye komkirin.

Biryar e di çend rojên bê de ew derman bo Rojavayê Kurdistanê bêne şandin.

Rudaw
Top