• Wednesday, 11 February 2026
logo

Kirîstiyanên Iraqê tenê li Herêma Kurdistanê ahengan digerînin

Gulan Media December 25, 2019 Nûçe
Kirîstiyanên Iraqê tenê li Herêma Kurdistanê ahengan digerînin
Di dema ku ji ber neasayîbûna rewşa siyasî ya Bexda û bajarên din ên Iraqê, ahengên Kirîstiyanan bi cejna jidayikbûna Mesîh hilweşiyane, Kirîstiyanên Herêma Kurdistanê bi awayekî berfireh ahengan digerînin.

Mitranê Siryanên Orthodox di gotarekê de got: “Ji destpêkê ve ez ne ligel biryara hilweşandina ahengên sersalê me, ji ber ku cejna sersalê cejneke rohî ye zêdetir ji wê ku dunyayî be. Em di bereketa xwedê de ne ku li Herêma Kurdistanê di ewlehî û aramiyê de dijîn.”

Hevdem jî, Sekreterê Encûmena Serokatiya Herêma Kurdistanê Newzad Hadî ji K24ê re ragihand, tevî ew rikberiyên li pêş gelên Iraqê hene, lê Kirîstiyanên Herêma Kurdistanê cejna xwe dikin û cejnê li hevdu pîroz dikin.

Ji piştî hatina DAIŞê bo Iraqê, metrisiyên mezin li ser jiyana Kirîstiyaniyan çê bû û beşek mezin jî ji wan derketin derveyî Iraqê, çendîn car jî hişyariyê wê yekê dihat dayîn ku hebûna pêkhateya Kirîstiyanan li Iraqê bidawî bibe.

K24
Top