• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyoza Amerîkayê li Iraqê kir

Gulan Media November 5, 2024 Nûçe
Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyoza Amerîkayê li Iraqê kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 04.11.2024 pêşwaziya Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyoza Amerîkayê li Îraqê dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike.

Wekî ku di ragehandina hikûmetê de amaje pê hatiye dan, tewerê serekî yê danûstandinan “girêdayî rêkar û amadekariyên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû”.

Wê ragehandinê eşkere jî kiriye, “Her du alî li ser giringiya hevfêmkirina aliyên siyasî ji bo pêkanîna kabîneya nû di zûtirîn dem de hevnerîn bûn, ji bo ku berdewamiyê bide kar û pirojeyên xwe yên xizmetkarî û xizmeta tevaya welatî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê bike.”

Herwesa di wê ragehandinê de hatiye, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez li ser wê yekê kiriye ku, pêdivî ye pêkanîna hikûmetê li ser bingeha dengên aliyên siyasî û encamên hilbijartinan be û hikûmeteke seranserî û bihêz û hevgirtî be.”

Di pareke din a wê civînê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser şer û aloziyên Rojhilata Navîn li hev guhertin. Her du alî li ser parastina ewlehî û seqamgiriya deverê û dûrxistina encamên wan şer û aloziyan li ser Îraq û Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn.

 

 

Basnews

Top