Konsolê Giştî yê Amerîka piştevaniyê li pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê dike
Di çarçova serdanekê bo Kurdistan24ê de, Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin li ser pirsa pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê: Civaka Herêma Kurdistanê civakeke firehnetew e û pêkhateyên wê di tebayî û aştiyê de dijîn.
Diyar kir jî, daxwaz û piştevaniyê li Herêma Kurdistanê dikin ku girîngiyê bide pêkvejiyana aştiyane. Herwiha hêvîdar in pêkvejiyan ne tenê li Herêma Kurdistanê, belkû li hemû Rojhilata Navîn belav bibe û Hikûmeta Amerîka piştevaniyê li vê yekê dikin.
Herwiha got: DAIŞê Êzidî û Kirîstiyanên deşta Neynewa jenosid kir û vê yekê jî bandor xiste ser pirsa pêkvejiyanê li Iraqê. Niha Hikûmeta Amerîka dixwaze pêkvejiyan dubare li Iraqê bê avakirin.
