Piştî nîv sedeyê ji baykotkirinê, Firansa careka dî çekan ji Îsaryîlê dikire
Hikumeta Firansayê biryar da, 5-8 robotên taybet bi veguhaztina serbazan bikire ku kompanîya ya Robotêm a Îsrayîlî durist kirîye.
Di dema şerê sala 1967 di navbera Îsrayîl û welatên Erebî de, ceneral Çaril Dîgol, serokê wê demê yê Firansayê, qedexe kiribû Parîs çek û pêdawîstîyên serbazî ji Îsayîlê bikire.
Ew robot a Îsrayîlî dikare 800 Tun keriste û pêwîstîyan veguhêze.
Firansa dixwaze wan robotan bo veguhaztina pêwîstîyên serbazî, ji çek û teqmenî û leşkerên birîndar bikar bihîne di naverasta Firansayê de.
Rojname ya Mearîf a Îbrî belav kirîye, Firansaya vîyana xwe bo kirîna wan robotan nîşan daye, nemaze piştî ku di pêkdadanên dû hêlîkopterên serbazî yê Firansayê 13 serbazên Firansî li Eferîkayê katin kuştin.
Li sala 2011yê de, yekîne ya pîşesazî ya asmanîya Îsrayîlê, bondek bi behayê nîv milyar dolaran bi awayeke ne rasterast li gel Firansayê wajû kiribû, dakû dû firokeyên bêfirkevan ji corê Harûn û Îtan bifiroşe Parîsê, lê di dawîyê de, ew girêbest nehat cîbicîkirin û hêzên ewlkarîya Firansayê ragehand, ew firokeyên hanê li rewşa seqaya Bîbanê nagunce.
Rudaw
