Bi biryara Mesrûr Barzanî pirsgirêka elektirîkê li qeza Quştepe tê çareser kirin
Bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pirsgirêka elektirîkê li qeza Quştepe tê çareser kirin.
Di vê derbarê de qaymeqamê qeza Quştepe Bijar Mela Xidir, ji BasNewsê re axivî û ragehand: “Piştî erêkirina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî û dabînkirina bûdceyeke taybet bi çêkirina elektirîka Quştepe, îro yêkşemê îstgeha 132 a KV, a gundê Girdmela ya li sînorê qeza Quştepe hat destpê kirin.”
Herwaha ragehand: “Li gundê Omerawa di van rojên dawî de çakkirina îstasyona elektirîkê dest pê kiriye û li navçeya Quştapa jî dê çaksaziya di warê elektrîkê de berdewam bike.”
