Rêveberiya Trump naxwaze Tirkiyê ceza bike
Li gor nûçeya “The Daily Beast” a Wezareta Derve ya Amerîkayê, Trump têbiniyek ku ji heft rûpelan pêk tê û li dijî projeyasaya cezakirina Tirkiyeyê derdikeve, ji senatorên ku serkêşên cezakirina Tirkiyeyê dikin re şandiye.
Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar dike, projeyasaya cezakirina Tirkiyê dê ziyaneke dijwar bigihîne pêwendiyên Tirkiye û NATOyê. Herwiha projeyasa dê pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê jî têk bide û Tirkiyê nêzikê Rûsyayê bike. Herwiha hin xalên projeyasayê hene ku ew bi ti awayî nikarin wan qebûl bikin.
Projeyasaya Cezakirina Tirkiyê ji Civata Nûnerên Amerîkayê derbas bûbû û dê Senatoya Amerîkayê wê bixe dengdanê. Ew projeyasa, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û cigîrê wî û 5 wezîrên Tirkiyeyê ceza dike û di warê leşkerî û bazirganî de cezayên dijwar ji Tirkiyê re dixwaze.
K24
