• Wednesday, 11 February 2026
logo

Meletî: Bi hêza 4,2 pileyan erd hejiya

Gulan Media November 3, 2024 Nûçe
Meletî: Bi hêza 4,2 pileyan erd hejiya

 Li navçeya Battalgaziyê ya Meletî ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,2 pileyan erdhejek çêbû.

Kûrahiya wê nêzîkî 11 kîlometreyan bin erdê bûye.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku li navçeya Battalgaziyê ya Meletiyê saet 01:58an bi hêza 4,2 pileyan erd hejiyaye.

Her wiha derbarê encamên erdhejê de rewşeke neyînî nehatiye ragihandin.

Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê erdhejên paşekî berdewam in ku hefteya borî çend erdhejên pileya wan zêdeyî 5an çêbûbûn û çend avahiyên zererdîtî hilweşiyabûn.

 

Rudaw

Top