Temellî: Girtiyên HDPê rojane rastî eşkenceyan tên
Hevserokê HDPê Sezaî Temellî, hikûmeta Tirkiyê û Wezîrê Navxwe bi tundî rexne kir û got: Ev Wezîrê Navxweyî ne wek wezîran e, şer li dijî kurdan û hemû civakê ragihandiye.
Temellî got: Wezîrê Navxwe dibêje me eşkence daxistiye sifirê, ew rast nabêje, eşkence berdewam e û eşkencekar tên parastin. Rojane hevalên me rastî eşkenceyan tên.”
Hevserokê HDPê dibêje, pêwîst e ev kabîneya bi navê hikûmetê nemîne, ev sîstemeke xerap e û zordariyê li hemû kesî dike.
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiye Suleyman Soylu duhî ragihandibû, li girtîgehên Tirkiye eşkence nîn e, yên ku van gotinan dikin jî, nûnerên FETO (Rêxistina Cemaeta Gulen) ne.
Li gorî raporên Komeleya Mafên Mirovan jî, di sala 2019an da 840 kesî bi îdiaya ku ew li midûrîyetên ewlekarîyê rastî eşkence û miameleya nexweş hatine serlêdan kirine.
K24
