Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê wek malbenda pêkvejiyana netewî û olî dimîne
Di peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de hat, Bi boneya Cejna Jidayikbûna Hezretê Mesîh “Krismas” pîrozbahiyeke germ arasteyî Mesîhiyên Kurdistanê, Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdar im di keşeke aram û asûde û de cejna xwe bikin.
Mesrûr Barzanî dibêje: Herêma Kurdistanê wek malbenda pêkvejiyana netewî û olî dimîne. Şanaziyê jî dikin ku bûye penayek bo mêvandariya bi sedan hezar koçber û penaberan û di nav de jî Mesîhiyên Iraq û navçeyê.
Di peyamê de hatiye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kedên xwe jî berdewam dibe bo dabînkirina aram, dilniyayî û alîkariya ji hemû kesên ji ber stem û zordariyê berê xwe didin Herêma Kurdistanê.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje: Hêvîdar in şer û karesat li navçeyê û cîhanê bi giştî bidawî bibe û aştî, aramî û avedanî li şûna wê bicih bibe.
