• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel Serokê parlementoya Îraqê civiya

Gulan Media December 23, 2019 Nûçe
Serok Barzanî li gel Serokê parlementoya Îraqê civiya
behsa guhertina qanûna hilbijartinan kirin
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Serokê parlementoya Îraqê Mihemed Helbûsî kir.

Di civînê de ku wezîrê darayî yê Îraqê jî têde beşdar bû, behsa rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên di nava prosesa siyasiya Îraqê de hate kirin.

Her du alî nêrînên xwe yên derbarê çawetiya çareser kirina qirîza heyî ya li Îraqê û damezrandina hikûmeta nû ya Îraqê anîn ziman.

Derbarê guhertina qanûna hilbijartinan de jî Serok Barzanî û Helbûsî eşkere kirin ku lazime guhertina her qanûnek li gor berejwendiyên xelkê be.

Top