Muqteda Sedr peyamek derbarê kandîdê serokwezîriya Iraqê belav kir
Muqteda Sedr, ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ser twetterê ragihand:"Slav li we birayên min ê kutleya Bîna, birayê min Quseyê Suheyl, xwînrîjîna li Iraqê rabigirin, rêzê li fermana mercîyê Iraqê bigirin, rêzê li daxwazên gel bigirin û rêza xwe biparêzin. “
Herwiha Sedr ragihandiye ew hem bo wan û hem jî bo kutleya Bîna û hem jî bo xelkê Iraqê baş e lewre xelk gewretirîn kütle ye.
Ev yek di demekê daye Parlementerê kutleya Bîan Ebas Etafî ji rojnameya Sabah a Iraqê ra aşkere kiribû ku navê 48 kandîdan bo serokwezîrtiyê bo serokkomar hatiye şandin.
Piştî dest ji kar vekişîna Adil Ebdulmehdî ji posta serokwezîriya Iraqê aliyên siyasî yên Iraqê bol i cihê Adil Ebdulmehdî kesekî din bikin serokwezîr li hev nekirine û ligel aloziya xwepêşanderan alozî di navbera aliyên siyasî yên Iraqê jî da heye.
Basnews
