• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokwezîr û Musena Samerayî civiyan

Gulan Media October 31, 2024 Nûçe
Serokwezîr û Musena Samerayî civiyan

Tekez li ser çareser kirina kêşeyan kir.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê hevpeymaniya Ezim Musena Elsamerayî kir û piştî civînê jî wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Parlementerê Îraqî û Serokê hevpeymaniya Ezim birêz Musena Elsamerayî kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştî û têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî kir.

Serokê hevpeymaniya Ezim jiber serkeftî bûna prosesa hilbijartinê pîrozbayî li me kir.

Her di heman civînê de me tekez li ser çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî li ser esasê destûr û rêkeftinan kir.

 

Top