• Wednesday, 11 February 2026
logo

Parlementoya Tirkiyê pesend kir: Tirkiye dikare hêz bişîne Lîbya

Gulan Media December 22, 2019 Nûçe
Parlementoya Tirkiyê pesend kir: Tirkiye dikare hêz bişîne Lîbya
Rêkeftina serbazî û ewlehiyê ya ku di navbera Tirkiye û Lîbyayê de hatibû îmzekirin, ji aliyê parlementoya Tirkiyê ve hat pesendkirin.

Hikûmeta Tirkiyê û hikûmeta demkî ya Lîbyayê roja 27 Mijdara îsal rêkeftinek serbazî îmze kiribûn. Li gorî wê rêkeftinê, ji bilî alîkariyên serbazî û lojîstîkî, her gava Lîbya bixwaze Tirkiye amade ye hêz bişîne wî welatî.

Rêkeftina han duhî ji aliyê parlementoya Tirkiyê ve hat pesendkirin. Rêkeftin bi 269 dengên erê li hember 125 dengên na hat pesendkirin.

Li Lîbyayê niha du hikûmetê hene. Hikûmetek bi serokatiya Xelîfe Hefter e ku ji aliyê Amerîka û Rûsyayê ve tê piştevanîkirin. Hikûmeta din bi serokatiya Fayîz Serrac e ku ji aliyê NY ve tê piştevanîkirin. Di navbbera her du aliyan de şerekî giran heye.



Basnews
Top