• Wednesday, 11 February 2026
logo

Çar endamên hêzên ewlekarî hatin kuştin

Gulan Media December 22, 2019 Nûçe
Çar endamên hêzên ewlekarî hatin kuştin
zirêvanên bîra petrolê bûne
Li gor jêderên leşkerî, duhê bi şev terorîstên DIŞIê li parêzgeha Selahedînê êrîşî ser hêzên ewlekarî yên Îraqê kirine û şer û pevçûn qewmiye.

Jêder behsa vê yekê kirin ku şeva derbasbûyî terorîstên DIŞIê li navçeya Sahil ya ser bi devera Sîniye ya li Bakûrê parêzgeha Selahedînê êrîşî ser hêzên ewlekarî yên zirêvanên petrolê û şer û pevçûn qewmiye û di encam de terorîste û çar endamên hêzên ewlekarî yên Îraqê hatine kuştin.

Weke tê zanîn ev demêke ku liv û tevgerên DIŞIê li deverê de zêde bûne û rojane êrîşî ser hêzên ewlekarî yên Îraqê dike û hêzên ewlekarî yên Îraqê jî nikarin asayîşa deverê biparêzin.

Top