• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Besreyê şewateke mezin derket

Gulan Media October 30, 2024 Nûçe
Li Besreyê şewateke mezin derket

Şewat di nava stasiyoneke gazê de derketiye.

Li gor çapemeniya Îraqî direngiya şeva derbasbûyî jiber kêşeyeke teknîkî şewateke mezin li stasiyona gazê ya Remîle ya li Besreyê çê bûye.

Çapemeniya Îraqî diyar kiriye ku, tîmên hawar hatinê yên Îraqî û biyanî bilez gehêştine cîhê bûyerê û karîne piştî hewldaneke zêde şewatê kontrol bikin.

Hate zanîn ku, ji bilî zirarên madî ti zirareke canî ya vê şewatê nebûye.
 

Top