Rûsya hêzeke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê ava dike
Rûsya dixwaze, li Rojavayê Kurdistanê hêzeke nû ava bike ku piraniya wê hêzê ji Kurdan pêk bê.
Heya niha 50 gencên Kurd beşdar bûne. Rûsyayê deriyê tevlîbûna nava wê hêzê vekirî hiştine û beşeke ji wan kesên ku tevlî dibin, dê di karûbarên îdarî de cîh bigrin.
Hêza ku hatiye avakirin, dê piştevaniya Hêzên Sûriya Demokratîk û polîsên leşkerî yên Rûsyayê bike. Ew hêza leşkerî, dê mûçeyên xwe ji HSDê werbigre û piştevaniyê ji aliyê Rûsyayê ve were kirin..
Elî Sîdo yê 36 salî ku xelkê Erîsa TilTimer e yek ji kesên yekem e ku tevlî hêza nû bûye.
Endamê hêza nû Elî Sîdo dibêje: “Em ligel Rûsya kardikin. Em heta niha 50 kes in û piranî jî kurd in.”
Hêza ku nû tê avakirin dê bi awayekî sereke girêdayî Rûsyayê be. Lê li gor HSDê, endamên wê hêzê dê meaş û mûçeyên xwe ji HSDê werbigirin. Rûsya dixwaze endamên hêza ku biryar e hevrêtiya hêzên wê bike Kurd bin û dibe ku hejmara wan bigiheje 3000 leşkeran ku dê hinek ji wan ji bo karên îdarî bêne damezrandin. Lê Rûsyayê şert û mercên tevlîbûna ciwanan zehmet kirine.
Berpirsê Peywendiyên Leşkerî yê li Til Temirê Elî Şer dibêje: “Ev hêza ku Rûsya dixwazê avabike, dixwazê ku kurd bin ,mûçe ya wan 150 hezar lireyên Sûrî be.”
Heta niha Rûsya du navend li Rojavayê Kurdistanê çêkirine, yek li Til Temirê ye û ya din jî li Amûdê ye. Ciwanên ku dixwazin tevlî hêza nû bibin rasterast navê xwe li herdu navendan tomar dikin.
Beriya niha projeyeke Amerîkî ya wiha hebû ku li gor agahiyên Rûdawê, Amerîka 10 hezar leşker ji tevahiya pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê amade kiribûn û bi çek û mûçe jî kiribûn. Piştî vekişîna Amerîka û hatina Rûsya û artêşa hikûmeta Sûriyê ew jî dixwazin hêzeke li gor berjewendiyên xwe ava bike û kerteke fişarê di destên xwe de zêde bike.
Rudaw
