• Wednesday, 11 February 2026
logo

Misr û MSDê aramî û ewlehiya Sûriyê guftûgo dikin

Gulan Media December 22, 2019 Nûçe
Misr û MSDê aramî û ewlehiya Sûriyê guftûgo dikin
Wezîrê Derve yê Misrê pêşwazî li şandeke Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) kir û di civînê de rûbirûbûna hewlên têkbirina aramî û ewlehiya Sûriyê hat guftûgokirin.

Ajansa “Ahram” a Misrî belav kir, Wezîrê Derve yê Misrê pêşwazî li şandeke MSDê bi Serokatiya Seroka Desteya Rêveber Îlham Ehmed kir û di hevdîtinê de rêyên rûbirûbûna hewlên têkbirina aramî û ewlehiya gelê Sûriyê û yekperçeyîya xaka wê hatin behskirin.

Şanda MSDê ji Hevserokê MSDê Riyad Derar, Seroka Desteya Rêveber Îlham Ehmed û Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya, endamê Meclisa Serokatî ya MSDê Sîhanok Dîbo pêk hatibû bi Wezîrê Derve yê Misrê Samih Şikrî û cîgirê wê Nezîh El-Necarî civiya.

Ajanseke nêzîkî MSDê jî belav kir, şanda MSDê encamên ji ber êrişên Tirkiyê çêbûne, azarên koçberan, her wiha dagirkirina xaka Sûriyê û gefên dagîrkirina herêmên din ji Wezîrê Derve yê Misrê re dan diyarkirin.

Wezîrê Derve yê Misrê Samih Şikrî operasyonên Tirkiyê yên li hêrmên bi "Firehbûn û xeternak" bi nav kir û got, Komara Misr a Erebî tevgerên Tirkiyê yên di herêmê de û bi taybet li Sûriyê red dike.

K24
Top