• Wednesday, 11 February 2026
logo

Termên du birayên kolber hatin dîtin

Gulan Media December 21, 2019 Nûçe
Termên du birayên kolber hatin dîtin
piştî 5 rojan termên wan duhê hatin dîtin
Termên her du kolberên ku beriya 5 rojan di nava berfê de li geliya Tete ya Hewramanê wenda bibûn duhê hatin dîtin.

Ev her du kolber birayên hevin û xelkê gundê Nê ya ser bi bajarê Merîwanê ne.

Beriya 5 rojan di nava berfê de asê mabûn û her du canê xwe ji dest dabûn.

Piştî 5 rojan xelkê Hewraman û Merîwanê karîn bi derfetên xwe li qontarên geliya Tete bigerin û termên wan her du kolberan di bin berfê de derbixin.

Duhê bi merasimeke berfire termê her du bira li gundê Nê hate weşartin.

Top